ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-08-2026
19 tebax, 2026   02:00

Qanûna Çarçoveyî bi îmzaya Serokkomar Erdogan di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de hat ragihandin. Ji bo sepandina qanûnê dê li benda rapora MGKê were sekinandin û piştî raporê qanûn dê têkeve meriyetê. Bi weşandina qanûnê hat eşkere kirin ku Desteya Serokkomariyê hatiye avakirin û di 24’ê mehê de civîna xwe ya yekem li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêma Aliyan a Çilaxayê Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin, darên derdora wê birîne û nema kesek lê dinêre.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên ji Serêkaniyê dan zanîn ku vegera li malên xwe mafê wan ê sereke ye û ji pey vî mafê xwe venagerin, vê yekê jî di rewşeke bi ewle û bi istiqrar dixwazin. Jinan daxwaz kir ku ji nû ve malên wan bê avakirin, rê û dibistan werin vekirin, rewşeke guncaw ji bo jiyanê bê dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

20 Tebaxê 2026`an sed sal li ser avakirina bajarê Qamişlo re derbas dibe. Ji herêmeke biçûk heyanî bajarekî mezin şahidî ji gelek bûyeran re kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Çilaxayê dibêjê heyanî Rêber Apo fîzîkî azad nebe Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bisernakeve û ew ê bi guman nêzî Tirkiyeyê bibin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê “Edaleta veguhêz di navbera rewş û xeyalê de” paneleke diyalogê li dar dixe, Wezîrê berê yê Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê û niha Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevgirtina Afro-Asyayî ye panelê li Qamişloyê bi rê ve dibe, saet 18.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ya ku HRRK’ê organîze dike di roja xwe ya sêyemîn de bi semînera li ser Qamişloyê û şevbuhêrkeke helbestî û xelatkirina nivîskar Konê Reş li ser pirtûka wî ya “Dîroka Qamişloyê”, didome, saet 19.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Hesekê bi sernavê “mafên jinan di destûra dewleta nû de” semînerekê li Parka Xwendinê ya Hesekê dide, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)