Li Silêmaniyê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin binçavkirin

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku 7 çeteyên DAIŞ’ê ku li Silêmaniyê û derdora wê xwe diveşartin, ji aliyê hêzên wê ve hatine binçavkirin.

Li Silêmaniyê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin binçavkirin
18 tebax, 2026   23:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê têkildarî binçavkirina 7 çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Silêmaniyê û derdora wê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Rêveberiya Giştî ya Operasyonan ya Asayişê, 7 çeteyên DAIŞ’ê ku ji aliyê dadgehên Iraqê ve derbarê wan de biryara girtinê di çarçoveya Madeya 4 ya Terorê de heye, li bajarê Silêmaniyê û derdora wê ku xwe veşartibûn, ji aliyê hêzên wan ve hatin binçavkirin û îro radestî aliyên peywendîdar yên Hikûmeta Federal ya Iraqê hatin kirin.