Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bû û 2 kes girtin

Hêzên Îsraîlê derbasî bajarokekî gundewarê Quneytirayê bû, li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî li heman deverê hêza Îsraîlê 2 kes girtin.

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Quneytirayê bû û 2 kes girtin
19 tebax, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga sibehê hêzên Îsraîlê, bi hejmareke mezin a leşkeran derbasî bajarokê Cebata El Xeşeb yê gundewarê bakurê Quneytirayê bû, li wê deverê bi ser malan de girtin û malan lêgerîn kirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, hêzên Îsraîlê 2 kes girtin.

(sb)