Li gundewarê Dêrazorê kesekî xalê xwe kuşt

Li gundewarên Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî kesek ji aliyê xwarziyê xwe ve hat kuştin.

Li gundewarê Dêrazorê kesekî xalê xwe kuşt
17 cotmeh, 2026   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR‘ê ragihand ku ji ber nakokiyên di navbera wan de kesek ji xelkê bajarê Xiranîc ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji aliyê xwarziyê xwe ve hat gulebarankirin û kuştin.

Li gorî daneyên SOHR‘ê ji destpêka îsal (2026) ve 420 sûcên kuştinê hatine kirin, di encamê de 363 mêr, 64 jin û 38 zarok hatin qetilkirin.

(bb)