ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-06-2026
18 hezîran, 2026   02:00

- Xelkê Çilaxayê bang kir Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û got ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were azadiya wî şert e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rojnamevan Rewad Bîlan diyar kir hîna zext li Siwêdayê tê kirin, dorpêçkirin didome û bawerî nadin hikumetê û got gelê Siwêdayê ji vê rewşê ditirse. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Çilaxa barê debara jiyanê li ser xelkê giran bûye. Ji ber zêdebûna nirxê dolarê buhayê kel û pelan jî zêde bûye, her wiha mûçeyên kêm û zêdebûna buhayê sotemenî û elektrîkê ev bar girantir kiriye. BI WÊNE Û DÎME

- Bi nêzîkbûna demsala çinînê re, cotkarên li Rojava geşbîn in ku berhema nokan ji salên berê baştir be. BI WÊNE Û DÎMEN

- Lêkolîner û analîstê siyasî Mîrzad Haçim destnîşan kir ku tevgera Rûsyayê li Sûriyeyê nayê wateya xwe bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne û got ew dixwaze li gorî berjewendiyên Moskovê yên stratejîk hebûna xwe li Sûriyeyê bidomîne.

- Li her welatekî, li her bajarekî çîrokek heye, li her kolanekê jî bîranînek heye. Lê di rastiyê de her tiştê wan hevpar e. Azadiya wan, parastina wan û şerê wan ê li Sûriyeyê jî hevpar e. Çîroka Îmanê jî, çîroka hemû jinan jî hevpar e. Azadiya wan jî hevpar e. Îman jineke Ereb e ku di dawiya şer de radest nebû û di eniya şer de dîrok nivîsand. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koçberekî ji Serêkaniyê diyar kir mala wî kirine goma pez û daxwaz kir mal û milkên wî lê vegerînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Koma Baronyan a Ermenî ya ji bajarê Hesekê tev li Mîhrîcana Şano ya Zarokan a Hêvî ya li Qamişloyê bûye bal kişand ser şanoya xwe ya bi navê "Bîra sêhir û gencîniya sozdayî" û got şano ji bo jiyana hevbeş û pira ku pêkhate, çand û zimanên cûda tîne cem hev qadek e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Mihemed Îsmaîl Mamo li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî yê gundê Berkevirê defin dike, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN