DYA û Îran peymanek demkî ya agirbestê îmze kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê peymanek demkî ya girbesta 60 rojan îmze kir. Peyman di qada navneteweyî de hat pêşwazîkirin. Di heman demê de Trump gef xwar ku eger Îran peymanê binpê bike, welatê wî dê êrişan ji nû ve bide destpêkirin.

DYA û Îran peymanek demkî ya agirbestê îmze kir
18 hezîran, 2026   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê duh (Çarşem 17 Hezîran 2026) peymanek demkî ya girbesta 60 rojan û destpêkirina diyalogan îmze kir. 

Rayedarên her du aliyan ragihand ku Serokê DYA‘yê û serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peyman elektronîkî îmze kir. Tehranê jî ragihand ku peyman ji roja çarşemê ve dikeve meryetê.

Ji xalên peymanê,  bidawîkirina operasyonên leşkerî li tevahî eniyan, jinûve vekirina Tengava Hurmuzê li pêşiya tevgera navîgasyonê, avakirina mercên awarte ji bo jinûve destpêkirina dan û standinên bi mijarên bernameya nukleerî ya Îranê û rakirina cezayan.

Tevî ragihandina peymanê jî, serokê DYA‘yê Donad Trump got, eger Îran sozên xwe bi cih neyne, dibe ku Washington operasyonên leşkerî ji nû ve bide destpêkirin. Trump anî ziman ku welatê wê dê çavdêriya li pêkanîna xalên peymanê bike.

Serokên G7 di civîna xwe ya li Fransayê de pêşwazî li peymanê kir û xwest ku agirbest ji bo pêşvebirina pêvajoya dîplomatîk û kêmkirina rageşiyê were bikaranîn. Serokên G7 ji bo Lubnanî jî banga agirbestê kir.

Piştî ragihandina peymanê buhayê petrolê kêm bû û tê pêşbinîkirî ku tevgera navîgasyonoê di Tengava Hurmuzê de careke din dest pê bike.

XALÊN PEYMANÊ

DYA, Îran û hevalbendên wan wê li hemû eniyan, Lubnan jî di nav de operasyonên leşkerî tavilê bi rengekî mayinde bisekinînin. Aliyan soz dan hev ku li hemberî hev şer nedin destpêkirin, hêzê bi kar nînin û gefê li hev nexwin.

Îran û DYA herî dereng di nava 60 rojî de dan û standinan bikin ku peymaneke dawî amade bikin. Hate ragihandin ku ev dem bi biryara hevpar a aliyan dikare bê dirêjkirin.

Tengava Hurmuzê ji trafîka keştiyên bazirganiyê were vekirin. Îranê qebûl kir ku derbasbûna bazirganiyê ya ji Tengava Basra û Derya Ûmmanê bi ewle pêk were. Hate ragihandin ku trafîka keştiyan wê tavilê destpê bike û piştî karê paqijkirina tengavê ji mayinan wê trafîka keştiyan di nava 30 rojî de bi temamî asayî bibe.

DYA xwe amade dike ku dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê tavilê sivik bike ku 13'ê Nîsanê xistibû meriyetê û di nava 30 rojî de jî bi temamî rake. Washingtonê her wiha soz da ku piştî peymana dê di nava 30 rojî de hêzên xwe yên leşkerî yên li derdora Îranê vekişîne.

DYA û hevalbendên wê yên herêmî ji bo jinûve avakirina Îranê û rakirina aboriya wê, bernameyeke piştevaniyê û razemeniyê ya ji 300 milyar dolarî wê amade bikin.

DYA qebûl kir ku pêkanînên yekalî û navneteweyî yên li ser Îranê rake. Her wiha piştî ku ev pêvajo qediya wê destûr bê dayin ku hebûna malî ya Îranê ya hate cemidandin, serbest bê berdan ku Îran karibe bi kar bîne.

Îranê soza xwe nû kir ku çeka nukleerî çêneke. Siberoja stokên ûranyûma dewlemendkirî ya li ber destê Îranê jî wê di bin çavdêriya Ajansa Enerniya Atomê ya Navneteweyî de bi mekanîzmayekê bê çareserkirin. Heta peymana dawî wê bernameya nukleerî ya heyî ya Îranê neguhere, DYA wê pêkanînên nû ferz neke û hêzên nû yên leşkerî neşîne herêmê.

Piştî îmzekirinê, bi şertê ku bendên (1), (4), (5), (10) û (11) werin bicihanîn û berdewam bikin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îran dê dest bi dan û standinan li ser peymana dawî bikin ku bi taybetî li ser bendên mayî be.

Peymana dawîn dê bi biryareke girêdayî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî were pejirandin.

(bb)