Malbatên ji Amûdê banga berdana dîlgirtiyan kir

Malbat û zarokên dîlgirtiyên ji bajarê Amûdê bi çalakiyekê banga berdana dîlgirtiyan kir.

Malbatên ji Amûdê banga berdana dîlgirtiyan kir
Malbatên ji Amûdê banga berdana dîlgirtiyan kir
Malbatên ji Amûdê banga berdana dîlgirtiyan kir
Malbatên ji Amûdê banga berdana dîlgirtiyan kir
17 hezîran, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza berdana dîlgirtiyan de, li Amûdê malbat û zarokên dîlgirtiyan banga berdana dîlgirtiyên ji Çileyê ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîl in, kir.

Malbatan li Qada Şehîd Cîhad a bajarê Amûdê çalakî li dar xist.

Di çalakiyên de malbat, zarok û hevrêyên dîlgirtiyan pankartên "Em esîrên xwe dixwazin", "Esîrên me berdin", "Hevrêyên me berdin" hildan.

Li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, 01ˊê Hezîranê jî 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan.

(sb/fr)

ANHA