ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-04-2026
17 nîsan, 2026   02:00

Endamên Kongra Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye Mihemed Zîdo got doza Kurdan li ser asta navneteweyî hatiye naskirin û heke yekitiya Kurdan û lêvegereke siyasî çênebe, dê doza kurdî bikeve xetereyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Di salvegera derxistina hêzên Fransayê ji Sûriyeyê de, pirsa ‘gelo Sûriye serbixwe ye?’ tê bîra mirov. Hêzên derve destwerdana Sûriyeyê dikin û saziyên dewletê ne çalak in. Ji ber vê yekê serxwebûna Sûriyeyê bi rewşa siyasî ve girêdayî ye.

Malbatên dîlgirtiyan got zarokên wan ji bo parastina doz û gelê xwe xwe feda kiriye û bang li gel kir ku zextê li hikumeta demkî bikin da ku zarokên wan serbest berdin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwediyên dikanên biharat û gihayên hişkkirî vê demsalê keyfxweş in. Nexasim barana zêde karê wan jî zêde dike. BI WÊNE Û DÎMEN