Di şewata tankera sotemeniyê ya li Hesekê de 3 kes birîdnar bûn

Di şewata tankera sotemeniyê ya li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê de 3 welatî birîndar bûn, 11 erebî şewitîn û zirar bi kabloyên kehrebeyê bû.

Di şewata tankera sotemeniyê ya li Hesekê de 3 kes birîdnar bûn
16 nîsan, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li taxa Til Hecerê ya Hesekê agir bi tankereke sotemeniyê ket, di encamêd e 3 kes bi sivikî şewitîn, rakirin nexweşxaneyê, 11 erebe şewitîn û zirar bi kabloyên kehrebeyê bûn.

Li gorî nûçegihana me navên birîndaran wiha ne; Feysele Hemîd Mihemed, Fewaz Ebdulhemîd û Mihemed Elî.

Vê êvarê agir bi tankera sotemeniyê ya ku li pêş benzîxaneya Qebaqîbî li nêzîkî Çerxerêya Agirkujiyê ya Hesekê rawestiyabû ket, lê ji ber hewldana ajokar ku xwe bigihîne foc agirkujiyê ji bo agir vemirînin û teqîn çênebe, bi lez agir li kolanê belav bû û bi avahiyên derdorê û erebeyan ket.

Tîma agirkujiyê şewata li tankerê, kolanan, avahî û erebeyan kontrol kir û vemirand.

(fr)

ANHA