ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-01-2026
17 ÇILE, 2026   02:00

Partiyên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekrêziya Kurdî û vîzyona wan li dijî êrişên li ser Kurdan li her derê, bi taybet jî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, daxwaza lidarxistina konferanseke neteweyî ya Kurdistanî kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêkhateyên civakî yên li kantona Dêrazorê sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî niştecihên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin û daxwaza yekitiya gelê Sûriyeyê li dijî armancên dewleta Tirk kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Serokê Meclisa Qebîleya Tay a Ereb helwesta xwe li hember siyasetên dewleta Tirk û bandorên wê yên dîrokî li ser gelên herêmê nîşan da û diyar kir ku têkiliyên biratiyê di navbera Ereb, Kurd, Xiristiyan, Ermen û û pêkhateyên din ên civakê kûr in, biratiya di nabera gelên herêmê de ji siaysetên tehrîdkirinê bihêztir e. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Doxan Sebrî Hesen ku di berxwedana Eşrefiyê de birîndar bû, da zanîn ku di nava komên çete yên êriş kirine de komên bi navê Siltan Murad, El-Hemzat, El-Emşat û Cebha El-Şamiye jî hebûn. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSDˊê bi sernavê "Berpirsiyariya ragihandinê di pêşîlêgirtina xîtaba nefretê û xurtkirina aştiya naxweyî de" rûniştineke diyalogê li hola MSDˊê ya Hesekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Mûrdem Koka li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN