QSD: Desthilatên Şamê derewên xwe dewam dikin

Navenda Ragihandina QSDˊê daxuyand ku desthilatên hikumeta demkî îdia dikin ku balafirên bêmirov ên Îranî li gel QSDˊê hene û di nav hêzên wê de şervanên biyanî hene, lê ev îdia bê bingeh in.

QSD: Desthilatên Şamê derewên xwe dewam dikin
16 ÇILE, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku desthilatên Şamê bi awayekî sîstematîk îdia û derewên xwe dewam dikin.

Di daxuyaniya QSDˊê de ev agahî hatin dayîn: "Desthilatên Şamê bi awayekî berdewam derewên sîstematîk li ser hêzên me, ku dronên Îranî li cem QSDˊê hene yan jî şervanên biyanî di nav refên wan de hene, belav dikin. Ev îdia beşek ji kampanyayeke dezenformasyonê ya bizanebûn a bi niyeta xerab in. Armanca wan QSDˊê reş bikin û rola wê têk bibin û hewldaneke bêhêvî ya xerabkirina têkiliyên me bi hevkar û aliyên navneteweyî re ye.

Hêzên Sûriya Demokratîk hêzên neteweyî ne, şervanên wê ji xort û keçên gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê ye. Di heman demê de rastî îsbat dikin ku bi hezaran çekdarên biyanî ji gelek neteweyan di nav de Ozbekî, Çeçenî, di nava komên desthilatên Şamê de hene."

(fr)