ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 6– 2025
16 hezîran, 2025   02:00

Şêniyên Dêrikê diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye daxwazeke sereke û got dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya aştiyê û wekheviyê û got "Jinan bi saya berhema têkoşîna xwe ya li hemberî zilmê cihê xwe di nava rêveberiyê de girtiye û bi têkoşîna xwe destkeftiyên şoreşê parastin." BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberan daxwaza vegera bilez a li warên xwe kir û nerazîbûn li hember bêxemiya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya der barê vegerandina wan de anîn ziman. Koçberan got vegera wan girêdayî garantiyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona cizîrê ji bo gerîlaya HPG’ê şehîd Rûmet Bêrîtan (Rîma Elî El Ehmed) konê sersaxiyê li pêş mala malbata wê vedide, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ji bo gerîlaya HPG’ê şehîd Serhildan Mahsum (Medya Taha Baş) li pêş mala malbata wê li Qamişloyê konê sersaxiyê vedide, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN