Îranê dîsa moşek avêtin Îsraîlê

Îranê careke din bi moşekan êrişî armancên li hundirê Îsraîlê kir.

Îranê dîsa moşek avêtin Îsraîlê
15 hezîran, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Îsraîlî diyar kir ku Îranê dîsa bi moşekan êrişî Îsraîlê kir, di encama êrişê de li herêma Lachish 4 kes birîndar bûn, zirarên mezin bi 2 avahiyên li Heyfa bûn.

Çavkaniyan anî ziman ku tîmên awarte yên Îsraîlê xebatên rizgarkirina welatiyan û nirxandina ziraran dikin. Tîm li gelek herêman, ji bo rewşên awarte, di nava amadekariyê de ne.

(fr)