Li Hewlêrê balafirek bê mirov hate xistin

Li Hewlêrê sîstema parastinê balafirek bê mirov xist xwarê, tê gotin balafir ya Îranê ye.

Li Hewlêrê balafirek bê mirov hate xistin
16 hezîran, 2025   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh bi şev sîstema parastinê ya Amerîkayê, li asîmanê Hewlêrê balafirek bê mirov a Îranê xistiye xwarê. Tê gotin balafir dema li nêzî konsolxaneya Amerîka ya li Hewlêrê difiriya hatiye xistin.

Tê gotin duh danê siharê jî sîstema parastinê ya Amerîkayê, balafirek bê mirov li ser asîmanê Hewlêrê xistiye xwarê.

Hêjayî gotinê ye di şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, asîmanê Iraqê tê bikaranîn û ev jî fikarên li ser berfirehbûna şer zêdetir dike.

Şerê ku di 13 Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê destpê kirî, hîn jî dewam dike.