ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 5 – 2025
16 gulan, 2025   02:00

Hevserokên meclisên kantona Dêrazorê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan wek fersendeke rasteqîn ji bo bidawîkirina şeran û danîna bingehên diyalogan û pêkanîna berjewendiyên gelan nirxand. BI WÊNE Û DÎMEN

Dayikên gerîlayan anî ziman ku baweriya wan bi biryarên PKK’ê yên guhertina şêwazê têkoşînê mezin e û got "PKK’ê wezîfeya xwe ya dîrokî bi rêk û pêk temam kir, têkoşîna wê dê di dîrokî de zindî bimîne." BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê gelek stasyonên ava vexwarinê yên kantona Reqayê astengiyên ji xizmetê derketinê dikişînin, ger ku daketina rêjeya avê dewam bike. Li beramber wê yekê daîreya avê torên ava vexwarinê ji bo ku qirêj nebin dişo û çareseriyên ji bo dûrketina ji krîzê datîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Endam û rêveberên Partiya Sûriyeya Pêşerojê biryara tayînkirina qatilê Hevrîn Xelef wek fermadarê yekîneyeke leşkerî ya desthilata Şamê şermezar kir û xwest kujer werin darizandin û edalet ji bo şehîd Hevrîn Xelef pêk were. BI WÊNE Û DÎMEN

SZK’ê ya bajarê Dirbêsiyê hewlên xwe yên xurtkirina mamoste, xwendekaran û pêşvebirina zimanê Kurdî di nava civakê de didomîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Siwêdayê rûbirûyî tundiya mezbehî ya sîstematîk in, ku nahêle ew xwendina xwe temam bikin, her wiha gotinên nebaş û êrişên fîzîkî ew neçar kir ku ji ber tirsa li ser jiyana xwe xwendina xwe terk bikin. BI WÊNE Û DÎMEN