6 tankên Îsraîlê ji Quneytirayê ber bi Colanê ve vekişiyan

Piştî hefteyekê ji derbasbûnê li nava herêmê, ji nişka ve karwanek tankên Îsraîlê ji Quneytirayê ber bi Colanê ve vekişîn.

6 tankên Îsraîlê ji Quneytirayê ber bi Colanê ve vekişiyan
15 gulan, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku piştî hefteyekê ji derbasbûna tankên Îsraîlê li nava Quneytirayê, îro karwanek tankan ber bi xaka Colanê ve vekişiyan.

SOHR’ê anî ziman ku karwan ji 6 takan pêk dihat û demeke berê derbasî gelek gundên gundewarê Quneytirayê bûbûn û vê sibehê ber bi Colanê ve çûn

Ev tevger, digel rewşa nakok û aloz a li herêmê, bêyî tu daxuyaniyeke fermî ji aliyên peynwedîdar ve heta niha li ser sedemên ketinê û derketinê, pêk tê.

(fr)