ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 6– 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15- 6– 2025
15 hezîran, 2025   02:00

Şêniyên Helebê daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. Şêniyan got Rêber Abdullah Ocalan pêşengê serdema aştiyê ye û destnîşan kir ku azadiya wî dê bibe sedema siberojeke geş a herêmê. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jîngehê ya Kantona Dêrazorê ku di destpêka Cotmeha 2024’an de hate nûkirin, planên xwe yên 2025’an ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên mezin ên jîngehê yên li herêmê, danî. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel li kantona Reqayê di çarçoveya karên xwe yên tenduristî û xizmetguzarî de xizmetên xwe yên amadekirina navendên ezmûnan pêşkêş dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Piştî 50 salan, jina bi navê Subhiya Osman dîsa bû mamosteya zimanê ermenî û ciwanên Ermenî fêrî zimanê wan ê dayikê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo hêsankirina vegera koçberên li kampan ber bi herêmên xwe yên resen ve, bi hevkariya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY’yê hin malbat ji kampa Holê derdikevin û berê xwe didin Helebê, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê kongreya xwe ya 7’an li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Xwendekaran a Zanîngeha Kobanê ji bo peyam û silavên Rêber Abdullah Ocalan ên ji Zanîngehê û xebatkarên wê re, daxuyaniyek spasiyê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê bi sernavê "Pêşdeçûnên jinan digel fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan" panelekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN