Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma oxirkirina şehîd Merwan de soza parastina ewlehiya herêmê û xurtkirina îstîqrarê da.

Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
Xelkê Helebê şehîd Merwan spart axê
14 hezîran, 2025   23:15
HELEB

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Merwan (Mihemed Mistefa) ê ku di encama nexweşiyekê de li ser erka xwe şehîd bûbû, defin kir.

Şênî, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl li pêş berada şehîdan a li herêma Şiqeyfê kom bûn û cenazeyê şehîd re ber bi Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve ketin rê.

Li pakrewangehê, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Şêx Salih axivî û got: "Bi berxwedanekê ku têkçûyînê nas nake şehîd Merewan li Şehba û Helebê tê koşiya. Ew bavê du şehîdan e. Wê fedakariyên wî her zindî bin."

Dûre rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelîl jî got: "Ji malbateke welatparêz û bavê du şehîdan, şehîd Merwan jiyana xwe di xizmetî doz û gel de terxan kir."

Her wiha keça şehîd Merwan, Hûriya Mistefa axivî û got: "Bavê me, em fêr kirin ku îxanetê li dozê nekin, ji xaka xwe re wefadar bin. Bavê min digot heta ne bi al û rûmet be em venagerin Efrînê, di heman demê de divê dagirker û çeteyên wê werin têkbirin."

Di dawiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelûx Şêx Qember wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir. Cenaze bi tilîliyên dayikan hate definkirin.

(fr)

ANHA