Li Helebê semînera "Tacîdarkirina projeya Aştî û Civaka Demokratîk bi zanista jineolojî"

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi sernavê "Tacîdarkirina projeya Aştî û Civaka Demokratîk bi zanista jineolojî" semînerek da.

15 hezîran, 2025   00:13
HELEB

Însiyatîfa Sûriyayê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di bin sernavê "Tacîdarkirina projeya Aştî û Civaka Demokratîk bi zanista jineolojî" semînerek organîze kir. Di semînerê de peyama dawî ya Rêber Apo ya li ser jineolojî ku tê de zanista Jineolojiyê pênas dike û dinirxîne hat xwendin.

Semîner li navenda însiyatîfê hat dayîn û tê de rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamosteyên Zanîngeha Helebê û bijîşk amade bûn.

Endamê însiyatîfê Mehmûd Mistefa Ebdurehman peyama Rêber Apo ya ji bo jineolojiyê xwend.

Endama însiyatîfê Rojiyan Hisên jî jineolojî pênase kir, qad, meydan, damezrandina wê û xebatên wê nirxandin.

Beşdaran peyama Rêber Abdullah Ocelan a li ser jineolojiyê nirxand û got ew peyameke wêrek e.

Endamê fakulteya zanîngeha Helebê, ramyarê felsefê ya zanista jinê Dr. Halîm Esmer ê ji pêkhateya Xiristiyan axivî û got: "Pêşniyarên weke vê ne hêsan in. Min berê neşopandibûn û min nizanî li gel têkoşer Abdullah Ocalan ev meyl hene. Ez vê zanistê hêjayî xwendinê dibînim."

Dr. Halîm Esmer di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tiştê li ser birêz Abdullah Ocalan dizanim ew e ku ew ji têkoşerên kevn e û hatiye girtin. Lê fikra wî bi vê kûrahiyê nizanim. Dibe ku rêbaza zimanî li pêş me bend bû ku min neşopandiye."

Nivîskar Nelly Marjana ku ew bi xwe jî Xiristiyan e, zanista jinê weke komek raman û berhemên tecrûbeyên dîrokî bi nav kir û got: "Divê her du zayend di avakirinê de beşdar bin û di aliyê fikrî de nîqaş bikin heta ku astengiyan derbas bikin."

Di dawiya semînerê de, li ser pêşniyara beşdaran pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jineolojiyê de li ser beşdaran hatin belavkirin.

(ac/fr)

ANHA