ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 - 10 – 2024
15 cotmeh, 2024   02:00

Çalakvanên siyasî bal kişand ser çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyan re pêşkêş kirine û got pergala Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a li herêmê encamên ramanên Rêber Abdullah Ocalan in.

Şaredariya Gel a Reqayê ji bo pêşxistina rewşa giştî ya paqijiyê û xelaskirina wî ji diyardeyên kombûna çopê li kolan û taxên bajêr di nava kar û xebatê de ye.

Şêniyên ji ber şer ji Lubnanê vegeriyan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir.

Meclisa Aboriyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hin guhartin di pergala belavkirina nan û gazê de çêkirin ku pêdiviyên welatiyên ji Lubnanê tên dabîn bikin.

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şehîd Apê Nemir (Xelîl Hemê) li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê şehîdên meha Cotmehê li goristana şehîdan bi bîr tîne, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên Pêşangeha 8ʹemîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol bi rêxistinkirina ji hêla Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê dikin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi însiyatîfeke dilxwazî ji hêla komeke welatiyan ve bi koordîna û hevkariya Şaredariya Bajarê Qamişloyê dê dar li gelek cih û parkên Qamişlo werin çandin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Reqa cenazeyê şehîd Ehmed Mistefa Meho li goristana şehîdan a bajarokê Hikumiyê oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Til Temirê bi diruşma ʹJi Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîkʹ li hola Xeyme şevbuhêrkeke helbestvan li dar dikeve, saet 11:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)