Tehran: Dan û standinên neyekser bi Washingtonê re hatin rawestandin

Piştî ku Îranê di Hezîranê de ragihandibû ku ew dan û standinên neyekser bi DYAʹyê re bi navbeynkariya Uman pêk tîne, wezîrê Karên Derve yê Îranê îro ji Mesqetê aşkera kir ku ev dan û standin niha bi sedema nebûna zemîneke guncaw rawestîne.

Tehran: Dan û standinên neyekser bi Washingtonê re hatin rawestandin
14 cotmeh, 2024   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ji Mesqetê aşkera kir ku dan û standinên neyekser di navbera Tehran û Washingtonê de ji ber nebûna zemîneke guncaw û rageşiya herêmî, niha rawestîne.

Îranê di Hezîranê de ragihandibû ku ew bi navbeynkariya Umanê dan û standinên neyekser bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re pêk tîne.

Iraqcî ji rojnamevanan re got ev rêveçûn niha ji ber rewşên diyar ên li herêmê rawestîne, niha tu zemîneke ji van dan û standinan re tune ye heta ku ev krîza heyî tê derbaskirin, wê demê ew dikarin biryarê bidin dewam bikin an na.

(fr)