Dagirker 2 gundên Minbicê topbaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundewarên bakurê kantona Minbicê topbaran dikin.

Dagirker 2 gundên Minbicê topbaran dikin
14 cotmeh, 2024   22:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bakurê kantona Minbicê bi guleyên hawan û obîsan topbaran dikin.

Dagirker van gundan topbaran dikin: gundên Erebe(4)Kîlo û Seyade.

Hemwextî topbaranê balafireke bêmirov li asîmanê herêmê digere.

(fr)