ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2025
14 sibat, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, “Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nûve zayîn û şekilgirtinekê mecbûrî dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasete heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qadek diheje, tengav dibe û li gel qeyranê li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezdayîna vê rastiyê jî”.

Jinên ji kantona Tebqayê diyar kir ku her çiqasî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêmê zêde bikin, dê berxwedana xwe mezintir bikin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, bîlançoya 26 salan a tecrîdê ya li Îmraliyê ya pergala îşkence û qirkirinê, ji ANHA'yê re parve kir.

Endamekî Partiya Demokrat a Amerîkayê diyar kir ku armanca Trump a kontrolkirina Xezayê pêkanîna plansaziya berfirehkirina Îsraîlê ye. Lêkolerê Navenda El Ehram jî anî ziman ku ger Ereb li hemberî vê planê ranebin wê projeya mezin a Îsraîlê ya ji Nîl heya Firatê bi cih were.

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên ku li kampên demkî yên bajarê Tebqayê dimînin, ji ber rewşa hewayê û kêmbûna alîkariyên mirovî di rewşeke dijwar de dijîn.

Li 4 navendên kantona Cizîrê amadekariyên lidarxistina mîtîngên 15ˋê Sibatê bi dawî bûn. Der barê mijarê de civîn hatin lidarxistin, kolan bi kolan serdana malbatan hate kirin, belavok hatin belavkirin û bi erebeyan bang li gel hat kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî de meşeke dirêj ji bo 2 rojan li dar dixin, meş ji bajarokê Til Xezal ê başûrê Kobanê de dest pê dike, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Dêrik, Koçerat, Berav, Girkê Legê, Rimêlan û gundewarên wan, ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe didin Bendava Tişrînê, (06:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo cenazeyê endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Dilawer Erebo, ji bajarê Qamişloyê ber bi bajarê Dirbêsiyê ve dibe, (10:00) ku bi xelkê Dirbêsiyê, Amûdê û herêmên din re beşdarî merasîm oxirkirinê ya li Pakrewangeha Rûstem Cûdî bibin, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di 15’ê Sibata 1999'an de em bûn şahidê komployeke navneteweyî ku di dîrokê de belkî jî nayê dîtin. Bi kurtasî, 26 sal di ser esareta Rêber Apo re derbas bûn ku di encama lêgerîna domdar a sîstema kapîtalîst a global de hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Nirxandinên bê ka çima, ji bo çi û çawa hatiye girtin, ev 26 sal e tên kirin. Her çi qas dubare be jî, divê bê baldariyeke zêde bê vekolandin. Ev mijar mirovekî tenê eleqedar nake, gelekî bi tevahî eleqedar dike. Ne tenê dewletekê, hemû dewletên herêmê û heta hêzên navneteweyî eleqedar dike.