Rêber Abdullah Ocalan: Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nû ve zayînê mecbûrî dike

Rêber Abdullah Ocalan dibêje, “Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nûve zayîn û şekilgirtinekê mecbûrî dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasete heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qadek diheje, tengav dibe û li gel qeyranê li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezdayîna vê rastiyê jî”.

Rêber Abdullah Ocalan: Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nû ve zayînê mecbûrî dike
14 sibat, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi ramanên xwê yên felsefî-siyasî û têkoşîna xwe ya bêhempa re Rêber Abdullah Ocalan, di serî de gelê Kurd, ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ve di şerê azadiyê de wekî îrade tê dîtin. Rêber Apo ku jiyan û têkoşîna di 3 astan de di nirxîne, bi înîsiyatîfa xwe ya dawiyê careke din bersiva herî bi wate dide komployê û rêya ronahiyê nîşan dide. 

Bi minasebeta salvegera 26’an a komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê (1999) a li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, em van “3 zayinan” ku Rêber Abdullah Ocalan di berga duyemîn a paraznameya xwe ya bi navê “Ji Dewleta Rahîban a Sumer Ber Bi Şaristaniya Demokratîk Ve” de nirxandine, diweşînin.

ZAYÎNA YEKEMÎN

Rêber Abdullah Ocalan zayîna yekemîn wekî, “Dema ji jidayîkbûnê heta civaka model a fermî digire nava xwe” pênase diker û wiha dinirxîne:

“Pêvajoya Îmrali wekî kes û sazûmanî ji bo min dema zayînek sêyemîn e. Dema yekemîn, ji dema jidayîkbûna di şertên civaka gundîtiya çandiniyê ya ku bi sedsala 20’an re nakok e û heta modela civaka fermî digire nava xwe. Ev dem, di nava wate û nebesiyên mezin ên qutbûna pêvajoyeke ku di navberê de dîrokek 15 hezar salî heye de, derbas bû. Tora jiyanê ya beriya 15 hezar sal berê û piştî wê nikare bê dahurandin.

Vê neçareseriyê, rê li ber şerê nava malê û şerê civakî yê gund vekir. Ez serhildêrekî gund bûm. Vê serhildanê heta derbasbûna civaka fermî dom kir. Piştre pêvajoya duyemîn a afirandinê li ser vê pêvajoyê hat zêdekirin ku ji dibistana seretayî destpê dike, ji astên cur bi cur re derbas bû û heta serhildana dijî komara olîgarşîk dom kir. Ev dem dişibe êrîşa Don Kîşot a li ser aşê bayê û rê vekir ku pirsgirêk derkevin holê û hîn zêdetir giran bibin. Taybetmendiyên kapîtalîst jî tevlî nokakiyên civaka neolîtîk û feodal bûn. Ji ber ku terzekî şoreşgerî nebû, dorhêlek aloziyê serwer bû. Serhildana ku hatiye bijartin, nekarî dahurandina paşverutiya di nava xwe de jî bike. Ev asta serhildanê ku nêzî 20 salan dom kir, piştî ku rê li ber bandorên di asta herêmî û cîhanî de vekir, wekî encama bêçaretiyên derketine pêşiya wê, veguherî pêvajoya Îmraliyê.”

ZAYÎNA DUYEMÎN

Rêber Abdullah Ocalan zayîna duyemîn wekî, “Zayîna bi şîdet û şer re çêbûye, xwepak kirinê îfade dikir” pênase dike û wiha dinirxîne.

“Şertên Îmraliyê tenê wekî kes na, wekî komar û gel tê wateya zayînek sêyemîn. Zayîna duyemîn zayîna bi şîdet û şer re çêbûye, xwepak kirinê îfade dikir. 

Yasaya hebûn û yekîtiya dijrabertiyan li nava xweza û civakê di her diyardeyekê de derbasdar e; li gorî vê yasayê dema dijbertiya di bingeha şîdetê de ku li dijî komara olîgarşîk têrî xwe dom kir, wê cihê xwe ji komara laîk û demokratîk a ku dê bi demokratîkbûnê çêbibe re, bihêle. Pêşketinên bêyî nakokî pêk nayên; her wisa bi nokakiyên bê wate yên bê çareserî dimînin re her tim têkoşîn kirin, dest jê berdin ku çareserî pêk were, bi wan ancax xirabkirin, hilweşandin û kirîz dikarin pêk werin. Tirkiye di fêmkirina nakokiyên xwe û di dema xwe de çareserkirina wan de derengî maye, lewma bi awayekî xwezayî ketiye nava pêvajoya qeyranê û nikare ji navê derkeve. 

ZAYÎNA SÊYEMÎN

Bi gotinên, “Wekî sazûmanî parçeyek bingehîn ê hebûna min, hişmendî û îradeya Kurd e” Rêber Abdullah Ocalan balê dikişine ser zayîna sêyemîn û wiha dibêje;

“Pêvajo ji bo hemû hêzan ji nûve zayîn û şekilgirtinekê mecbûrî dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasete heta hiqûqê, ji exlaq heta hunerê her qadek diheje, tengav dibe û li gel qeyranê li çareseriyê digere. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezdayîna vê rastiyê jî. Çawa ku pêvajoya berê wekî diyardeya, ‘ez û şer’ wate girtiye, ev pêvajoya nû jî tê wateya diyaroka ‘ez û aştî’.

Wekî sazûmanî parçeyek bingehîn ê hebûna min, hişmendî û îradeya Kurd e. Ev hişmendî û îradeya ku bi şer di ceribandinê re derbas bûye, niha di pêvajoya aştiyê re derbas dibe. Pêvajoya şer xwe wekî komara dij-feodal û dij-olîgarşîk formule dike, pêvajoya aştiye xwe di cehwer û biçîm de wekî, ‘komara demokratîk û laîk’ nûbûnê îfade dike. Eger naxwaze ji cudabûn, şîdet û sîstemê bi temamî bê vederkirin, pêwîste Kurd bi zorê û înkarkirinê ji pêvajoya dewletbûn û netewbûnê ku di herikîna dîrokê de bi keda xwe li gel Tirkan jiyan kirine, neyên vederkirin. Aştî, şert dike ku Kurd hebûnên xwe yên çandî wekî ku dixwazin bi awayekî azad bijîn, cih bidin ku bi siyaset û komara hiqûqê re bên cem hev. Komara xwe dispêre înkarkirina îradeya Kurdê/a azad, olîgarşîk e; jêveneger e ku ev yek şîdet û cudabûnê derxîne holê. Lê vekirîbûna wê ya ji yekîtiya azad, yanî ji lihevhatina demokratîk re vekirîbûna wê, tê wateya jiyankirina ji bo aştî û yekîtiyê.