Gelê Cizîrê ji bo mîtîngên 15`ê Sibatê amade ye

Li 4 navendên kantona Cizîrê amadekariyên lidarxistina mîtîngên 15ˋê Sibatê bi dawî bûn. Der barê mijarê de civîn hatin lidarxistin, kolan bi kolan serdana malbatan hate kirin, belavok hatin belavkirin û bi erebeyan bang li gel hat kirin.

14 sibat, 2025   08:05
QAMIŞLO

Li Kantona Cizîrê bi munasebeta şermezarkirina 26`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ji bo banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di 15ˋê Sibatˋê de li Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê mîtîngên navendî tên lidarxistin. Wê şênî ji gund, bajarok û bajarên derdorê jî tevlî mîtîngan bibin. 

Ji bo mîtîngan ev zêdetirî hefteyekê ye, li tevahiya gund, bajarok û bajaran amadekarî tên kirin.

Bi mebesta tevlêbûna xurt a mîtîngan, li hemû herêman civînên gel hatin çêkirin û kolan bi kolan malbat hatin ziyaretkirin, belavok hatin belavkirin. Her wiha li gelek navendan bi erebeyan banga tevlîbûnê li gel hat kirin. Dîsa li kolanan pankartên bangawaziyê hatin daliqandin.

Li gorî agahiyên ku komîteyên amadekar dane ANHA’yê, bi hezaran welatî tev li civînan bûne û heyecan ji her demê zêdetir e.

Endamên komîteyan da zanîn ku bi taybetî ji ber peyamên dawî yên Rêber Apo û geşedanên girêdayî wê heyecana gelan di asta herî roj de ye, lewma ew li bendê ne ku tevlêbûna îsal ji her demê zêdetir bibe.

Endamên komîteyên amadekar bang li tevahiya pêkhateyên herêmê kir ku di mitîngan de cihê xwe bigirin û daxwazên xwe bînin ziman.

(ekîb/fr)

ANHA