ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 – 11 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14 – 11 - 2024
14 mijdar, 2024   02:00

Jinên efrînî diyar kir ku hevdîtina Omer Ocalan a li gel Rêber Abdullah Ocalan wan kêfxweş kir, lê pergala îşkence û qirkirinê hîna dewam dike. Jinan got: "Heya em Rêberê xwe di nava xwe de nebînin em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.”

Rûspiyên êlên Reqayê diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtina civakî bûye pêwîstiyeke lezgîn û got pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser re ne.

Endamê komîteya amadekar a Kongreya Sûriyeya Demokratîk Îsam Dîmeşqî got kongre, ji bo yekitiya hêzên sûriyeyî gaveke girîng e. Di heman demê de Dîmeşqî destnîşan kir ku ji bo xurtkirina têkiliyên sûriyeyî-sûriyeyî û avakirina qutubeke demokratîk a nîştimanî ya sûriyeyî di nava hewldanan de ne.

Rêveberê Nivîsgeha Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî destnîşan kir ku Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ encamên erênî yên xwedî rehenda stratejîk bi dest xistin û xelkê herêmê bi hêzên operasyonê re roleke hevkar lîst.

4 jinên ji Holê bi derfetên kêm li hember zehmetiyan sekînin û piştgiriya malbatên xwe dikin. Her wiha cihê jinan di civakê de xurttir kirin.

Ehmed Reşo diyar kir ku beriya êrişan 25 tankerên mazotê ji kantona Cizîrê derbasî Firatê dibûn, lê piştî êrişan bi tenê 12 tanker derbas dibin.

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Girê Spî û Desteya Çandê ya kantona Firatê Mîhrîcana 5’emîn a Girê Spî bi dirûşma “Bi pirrengiya çandên me rêya neteweya demokratîk diyar dibe” li nêzî kampa koçberên Girê Spî li dar dixin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê herdu şervanên QSD’ê Hogir Amed û Serkêş Riha li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê bi xwepêşandanekê bajarê Ehdas pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê şermezar dike, saet di 11:00’an de. Li bajarê Helebê jî xwepêşandan li pêşiya hola civînan a 8’ê Adarê ya taxa Şêxmeqsûd dest pê dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Partiya Weten El Sûrî paneleke diyalogê bi navê "Rola jinên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de" li hola MSD'ê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê paneleke diyalogê li ser têkoşîna dijî tundiya li der jinan li navenda partiyê ya bajarê Hol li dar dixe, saet di 11:00'an de. Li bajarê Til Birak jî bi heman mijarê panel li hola meclisa bajêr li dar dikeve. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN