Sazkirina qanûna jîngehê hat lêkolînkirin

Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo lêkolînkirina sazkirina qanûna parastina jîngehê civînek li dar xist.

Sazkirina qanûna jîngehê hat lêkolînkirin
13 mijdar, 2024   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Desteya Jîngehê civîneke berfireh bi beşdariya hevseroketiya wê, nûnerên desteyên jîngehê yên kantonan û Komîteya Dîspilînê ya Parastina Jîngehê, li dar xist.

Di civînê de sazkirina qanûnekê bi armanca parastina çavkaniyên xwezayî û parastina pirrengiya biolojî ya herêmê hat lêkolînkirin. Divê ew yek jî bi rêya danîna çarçoveyeke qanûnî be ku bikaranîna çavkaniyên xwezayî bi rêxistin bike û parastina wê ji qirêjî û binpêkirinan misoger bike.

Di civînê de mijarên sereke wekî diyarkirina pîvanên jîngehê yên ji bo pêkanîna geşepêdana domdar di civakê de, belavkirina hişyariyê di nava ferdên civakê de li ser girîngiya parastina jîngehê, xurtkirina hevkariyê bi rêxistinên navneteweyî û xwecihî re ji bo piştgiriya kedên hevbeş ên ji bo jîngehê, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran gelek pêşniyar kirin û wiha ne; mekanîzmayeke şopandin û nirxandina projeyên aborî were sazkirin û diyarkirina bandora wê li ser jîngehê, pêşxistina bernameyên perwerdehiyê ji bo bilindkirina asta hişyariya jîngehê, xurtkirina qanûnên girêdayî sûcên jîngehî û girankirina cezyan ji bo misogeriya parastina jîngehê.

(mh/fr)