ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-05-2026
15 gulan, 2026   02:00

- Dr. Farînaz Etiya diyar kir ku bêpêavbûna Tirkiyeyê li hember însiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê asteng dike, ji ber ku Tirkiye aloziyên herêmî û navneteweyî bi kar tîne da ku demê qezenc bike û kontrola xwe li ser Kurdan xurt bike. Ferînazê got divê Enqere bi berdana Rêber Abdullah Ocalan, li gel pêkanîna reformên destûrî yên ku mafên çandî û siyasî yên Kurdan garantî dikin, niyeta baş nîşan bide.

- Li Rojava têkoşîna ji bo zimanê kurdî ku ji sala 1928`an ve didome, bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re bi beden bû. Niha jî bi peymana 29`ê Çileyê re dan û standin tên kirin ku kurdî di destûrê de bê misogerkirin.

- Rojnamevan û pisporê kar û barên Îranê Cema Raif got şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ‘şerê sifirê’ ye û bandor li ser herêmê û tevahiya cîhanê kir.

- Hiqûqnas Mihemed Elî Ferhan anî ziman ku nêzîkatiyên hikumeta demkî yên li hember zimanê kurdî binpêkirina Biryarnameya 13'an e û got "Were xwestin em ê dozên qanûnî li dijî van nêzîkatiyên bêrêziya li hember zimanê kurdî vekin."

- Li Sûriyeyê aloziyên kûr hene, li ser jiyana civakê xetereyê çêdike û dibe sedema parçebûnê û bêaramiyê. Li Şam, Humis û herêmên dîtir gelek bûyerên tundiyê dubare dibin. Hiqûqnas Adil El Hadî got eger rojane di aliyê mezhebî de tehrîk hebin û kiryaran li dijî kêmneteweyan bikin, dê li welat tundî zêdetir bibe.

- Xelkê gundê Carûdiyê ji bo pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin, kooperatîfên çandiniyê ava kirine. 

- Li Parka Belabilê a Hesekê bi beşdariya nêzî 40 keç û jinana Bazarek bi pêşkêşkirina cureyên berhemên destan tê vekirin, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) çalakiyek hunerî li Parka Azadî ya Qamişloyê tê lidarxistin, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN