Sîpan Hemo Cejna Zimanê Kurdî li dayikan û gelê Kurd pîroz kir

Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Herêma Rojhilat Semîr Elî Oso "Sîpan Hemo" Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) li dayik, mamoste, xwendekaran û gelê Kurd pîroz kir.

Sîpan Hemo Cejna Zimanê Kurdî li dayikan û gelê Kurd pîroz kir
14 gulan, 2026   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarî Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê Herêma Rojhilat Semîner Elî Oso "Sîpan Hemo" bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li ser platforma Facebookê peyamek pîrozbahiyê da.

Semîr Elî Oso di peyama xwe de wiha nivîsî: "Yekem Kovara Kurdî "Hawar" di sala 1932ˊyan de bi tîpên Kurdî yên latînî li Şamê hate weşandin.

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî em vê rojê li gelê Kurd pîroz dikin û diyar dikin ku zimanê Kurdî li kêleka hemû zimanên Sûriyeyê nûnertiya beşekî resen ji nasnameya Sûriyeyê û pirrengiya wê ya çandî û neteweyî dike.

Em rola dayikan, xwendekar, mamoste û hemû gelê Kurd di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de bi nirx dibînin."

(fr)