ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2025
12 kanûn, 2025   02:00

Siyasetmedaran destnîşan kir ku piştî salekê ji rêvebirina Sûriyeyê, hikumeta veguhêz têk çûye û hêviyên gelê Sûriyeyê pêk neanîne. Berovajî wê, hikumetê komkujî pêk anîn û krîz kûrtir kir. Siyasetmedaran got divê diyaloga nîştimanî ya rastîn pêk were û destûreke demokratîk, pirreng û nenavendî were sazkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ew ê "heta ku Rêber Ocalan di nava gel de bibînin têkoşîna xwe berdewam bikin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Komên beşdarên Mîhrîcana Orkêş destnîşan kir ku di mîhrîcanê de pirrengiya çandî ya Mezopotamyayê diyar dibe û ji bo yekbûna hemû pêkhateyan bi rêya muzîkê bûye derfet. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen bal kişand ser giranbûna zehmetiyên jinên Sûriyeyê û rola jinan di hikumeta veguhêz de nirxand. Jiyan Hesen got rewşa heyî ne li gorî armancên gelê Sûriyeyê û fedakariya jinan e. Her wiha bang li jinan kir ku li hemberî siyasetên paşguhkirinê û ji bo avakirina Sûriyeya pêşerojê hevgirtinê pêk bînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvan, nivîskar û rojnamevanên ji Siwêdayê bal kişand ser girîngiya nenavendîbûnê wek çareseriyek siyasî û îdarî ya guncaw ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Fereh a Xwebexş a li bajarê Girkê Legê yekemîn navenda alîkariya derûnî ya zarokên nexweşiya penceşêrê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Vê hefteyê li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê Orkestraya Rojava şahiya xwendekarên xwe li dar dixe û li bajarê Sirinê yê kantona Firatê jî şevbuhêrkek tê lidarxistin. BI WÊNE

Bi serpereştiya Desteya Çandê ya kantona Cizîrê şahiya derçûna xwendekarên Orkestraya Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê tê organîzekirin, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN