Li ser rêya Heleb-Şamê erebeyek teqiya

Li ser rêya Heleb-Şamê li nêzî bajarokê Xan Siblê yê gundewarê Idlibê erebeyek bi cebilxaneyê barkirî teqiya, lê tu agahiyên der barê sedema teqînê yan jî ziyanên mirovî nehatin bidestxistin.

Li ser rêya Heleb-Şamê erebeyek teqiya
11 kanûn, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li ser rêya Heleb-Şamê li nêzî bajarokê Xan Siblê yê gundewarê Idlibê dengê teqînek xurt hat bihîstin.

SOHRˊê da zanîn ku sedema teqînê ew e ku erebeyek bi cebilxaneyê barkirî teqiya, lê heta niha sedemên teqînê ku hedefgirtiye yan na, agahiyên têkildarî ziyanên mirovî nehatin bidestxistin.

Berê jî, li gundewarê Idlibê û bajarên din depoyên çek û cebilxaneyan ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê teqiyabûn.

(fr)