ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2025
10 mijdar, 2025   02:00

Endamên TEV-DEM, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.   BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê saziyên mafên mirovan li hemberî binpêkirinên ku li Efrînê pêk tên xwe bê deng nekin û got “Ger sed sal jî derbas bibe, em ê vegerin Efrînê.” BI WÊNE Û DÎMEN

Hiqûqnas û pisporê qanûna navneteweyî Mesûd Elî anî ziman ku dewleta Tirk piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan rûbirûyî pirsgirêkên mezin e û diyar kir bawerî di navbera welatî û dewletê de nemaye û qanûnên ku azadî û demokasiyê mîsoger bikin jî nin in.  El Elî got, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê pêdivî bi sererastkirina qanûnan heye. BI WÊNE Û DÎMEN

Hişkesaliyê, germa zêde û pirsgirêkên ewlekariyê bandorek mezin li berhema zeytunan kiriye. Zeyta zeytunan îsal li gorî sala borî sedî 21 kêm bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Jinan bi navê "Têkoşîna jina azad û hevgirtina civakî ber bi avakirina Sûriyeya demokratîk ve" li hola Yekitiya Parêzan a Reqayê panelek diyalogê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Dibistana Ker û Lalan li bajarê Reqayê vedike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê civîna xwe ya salane li avahiya xwe li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê Ubeyde Îsa El Betran li Pakrewangeha Şehîdan a bajarokê Hikumiyê defin dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariyên Gel ên bajarên Hesekê, Til Temir û Holê yên kantona Cizîrê bi awayekî cuda civînên xwe yên salane ji bo nîqaşkirina projeyên salê pêk anîne û danîna plansaziya bê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de Kongra Star a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê dewreyeke perwerdê ya 3 rojan ji mêran re li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Hesekê ya Kongreya Îslama Demokratîk ji 90 îmam û xîtabvanên mizgeftan re li Mizgefta Miseb Bin Umêr dewreyeke perwerdê li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-DEM) li Parka Erd El Seîde ya bajarokê Rimêlanê şahiyekê ji bo piştgiriya QSDˊê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ya kantona Cizîrê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Asim Ehmed Elî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dike, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Festîvala Çandê-Beşa Kurteçîrokan a 2ˊyemîn di roja xwe ya dawî de li Parka Xwendinê ya Qamişloyê dewam dike, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN