Di êrişa çekdarî ya Humsê de 2 kes hatin kuştin

Di çarçoveya berdewamiya rewşa tevliheviya ewlehî û krîza li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, di êrişa çekdarî ya li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humisê de 2 kes hatin kuştin.

Di êrişa çekdarî ya Humsê de 2 kes hatin kuştin
9 mijdar, 2025   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku 2 çekdarên li ser motorsiklêtekê siwar bûbûn li bajarokê Reble yê gundewarê başûrê Humsê gule li Hisên Îsa Elûş El Yûsif (50) ê Elewî û Fadî Riyad El Etrem (35) ê Xiristiyanî barandin.

Di êrişê de her du kes bi giranî birîdnar bûn û rakirina nexweşxaneyê, lê bijîşkan nikarîn rizgar bikira û jiyana xwe ji dest da.

Ev sûc beşek ji rêzecûcên berdewam mb li dijî pêkhateyên Sûryeyî li Humsê û gundewarê wê pêk tê. Li hember van sûcan yasa û hesabpirsîn tune ye.

(ac/fr)

ANHA