ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 1 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 1 – 2025
10 ÇILE, 2025   02:00

Ciwanên bajarê Şêranê û gundê Taşlûgê diyar kir ku li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şervanên QSD`ê û YPJ`ê li ber xwe didin û ew ê jî kêlî bi kêlî li kêleka şervanên xwe bin.

Şêwirmendê Navenda Lêkolînan a Suryanî Bersûm Bersûm, diyar kir ku hewildanên dixwazin Suriyeyê bikin yek reng, nayên qebûlkirin û got: “Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêwîstî bi bernameyên hevbeş hene. Hevpeymana civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê encama xebatek wiha ye, lewma em li hêviyê ne ku hevpeymana civakî bibe beşeke ji destûra Sûriyeyê”

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike. Lewma û ji bo ku ajandeyên xwe û Mîsaqî Millî bi dest bixe, gelek komên şoreşger ên Sûriyeyê kirin çete û şoreşa Sûriyeyê ji rêya wê yê rast derxist û hewl da fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe. Gelo ev kom kî ne?

Piştî hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed li Sûriyeyê ji aliyê Tehrîr El Şam (HTŞ) ve ku destpêkê bi navê Cebhet El Nusra dihate nasîn û weke şaxek ji aliyê El Qaîde di sala 2012ˈan de li Sûriyeyê şikil girt û avakirina dewletek demkî qonaxeke nû li Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navîn destpê kir ku bêguman her guhertinek çi erênî û çi neyînî li ser giştî herêmê yê bandor bike.

Hunermendan banga yekitiyê li partiyên siyasî yên Kurdan kir û got yekitiya neteweyî ji bo siberoja Kurdan mijareke çarenûsî ye.

Xelkê bajarên Amûdê, Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê û Şedadê ji bo beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştgiriya QSDˋê berê xwe didin Bendava Tişrînê. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê li Xwaringeha Çarçila ya Dêrikê der barê rewşa Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma Esed û rewşa gelê Kurd de paneleke diyalogê ya siyasî li dar dixin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN