Lêkolînerê Suryanî: Bila hevpeymana civakî bibe beşek ji destûra Sûriyeyê

Şêwirmendê Navenda Lêkolînan a Suryanî Bersûm Bersûm, diyar kir ku hewildanên dixwazin Suriyeyê bikin yek reng, nayên qebûlkirin û got: “Ji bo Sûriyeyek demokratîk pêwîstî bi bernameyên hevbeş hene. Hevpeymana civakî ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê encama xebatek wiha ye, lewma em li hêviyê ne ku hevpeymana civakî bibe beşeke ji destûra Sûriyeyê”

Lêkolînerê Suryanî: Bila hevpeymana civakî bibe beşek ji destûra Sûriyeyê
10 ÇILE, 2025   04:10
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Derbarê rewşa Sûriyeyê ya heyî, birayarên ku ji aliyê Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tên dayîn û pêwîstiya gelan, bi taybet jî daxwazên pêkhateya Suryanî de, Şêwirmendê Navenda Lêkolînan a Suryanî Bersûm Bersûm ji ajansa me re axivî.

Bersûm Bersûm bibîr xist ku Suryanî ji gelên resen in ên li Sûriyeyê û yên li Rojhilata Navîn in, lê ji ber aloziyên li Sûriyeyê rewşa gelê Suryanî û pêkhateyên din ne di asteke baş de ye. Bersum da zanîn ku pêkhate ji ber guhertinên ku niha çêdibin di rewşeke şoqê de ne û wiha dom kir: “Di serdanên me yên ji bo aliyên cuda li Sûriyeyê de, me dît ku niha gelê Suryanî bi hêvî ye, lê bi tirs e jî. Hêviya wan bi pêşerojeke baştir heye, lê bi hebûna kiryarên li dijî wê û biryarên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatine girtin, hiştiye ku ji pêşeroja Sûriyeyê tirs hebe. Ev tirs ne tenê ji aliyê gelê Suryan ve tê jiyîn, hemû pêkhateyên din ên xwedî fikirên cuda, netew û ol jî bi tirs in.”

‘PÊWÎSTE JI BO SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK BERNAMEYEKE HEVBEŞ HEBE’

Bersûm Bersûm diyar kir ku di vê pêvajoyê de pêwîste bi hevkariya pêkhateyan û aliyên xwedî bawerî, ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, laîk û nenavendî bernameyên hevbeş bên çêkirin da ku hemû pêkhate bi awayeke destûrî nixên xwe biparêzin, di bernameyan de fikrên xwe bi hev re parve bikin.

Bersûm Bersûm anî ziman ji bo di pêşerojeke baş a Sûriyeyê de hemû netew û ol bi rêya destûrê bigihîjin mafên xwe; divê di navbera pêkhate, civak û rêxistinên bi bîrdoziyên cuda de tifaq bên çêkirin û wiha dewam kir: “Lê tişta neyînî niha ew e ku bi kesayetên nû yên ku zêdetir tundrew in, hewildanên dubarekirina pêkanînên rêjîma berê tên kirin. Lê li hemberî biryarên ku temsîla hemû pêkhateyan nake, zexta civakî çêdibe. Lewma ev senaroyêyên ku di meha yekemîn a ketina rêjîmê de hatin dîtin, lewma civak dikare biguherîne.”

‘YEK RENGÎKIRINA SÛRIYEYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Bersûm Bersûm bal kişand ser hewldanên HTŞ’ê ku dixwaze pergalên perwerde û edaletê yekalî çêbike û ev nirxandin kir: “Bi awayeke giştî gelên li Sûriyeyê û me jî weke Suryanan nerazîbûnên xwe li hemberî biryaran nîşan dan. Destpêkê gotin ew ê agahiyên derbarê rêjîma Bass de, ji materyalan rakin, lê agahiyên tundrew li hemberî civakê bicîh kirin. Di materyalên derbarê dîrok û çanda resen a Sûriyeyê de guhertin çêkirin. Divê li Sûriyeyê pêkhateya Suryan weke pêkhateyeke resen bê naskirin. Zimanê Suryanî bibe zimanekî fermî. Ji bo gelên Suryan, Kurd, Tirukmen, Çerkes û hwd. jî mafê xwendina bi zimanê dayikê bê dayîn. Ji bo biryarên derheqê sîstema edaletê de jî hewildanên ferzkirina yek reng û yek fikir li Sûriyeyê tên kirin. Ev nayê qebûlkirin û civaka Sûriyeyê nikare vê yekê qebûl bike. Ev pêkanîn ji aliyê qanûnî ve ne rast in, niha erka hikumeta demkî sînordar e. Ne bi hilbijartina gel hatiye danîn, lewma em nikarin bêjin ew hikumeteke demokratîk e. Ew hikumet hewil dide bîrdoziya xwe ya tundrew li ser gelan ferz bike, ji ber wê nikare bibe dengê gel.”

‘HEVPEYMANA CIVAKÎ PARASTINA MAFAN MÎSOGER DIKE’

Bersûm Bersûm ji bo Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê pêşinyar kir û wiha got: “Ji sedî sed Rêveberiya Xweser dikare bibe nimûneyek tevahiya Sûriyeyê. Di çêkirina hevpeymana civakî ya rêveberiya xweser de min jî cîh girt. Hevpeymana civakî di milê mîsogerkirina naskirina gelan, çend, ol û pêkhateyên cuda û mafên wan de gelekî baş e. Her wiha sîstemek nenavendî dipejirîne, ev jî xwesteka me ya esasî ya ji bo Sûriyeyê bi giştî ye. Ji aliyê hiqûqa giştî ve jî guncaw e, ji ber ku hevpeymanên navneteweyî yên mafê mirovan û gelên resen esas digire. Em li hêviyê ne ku ev hevpeyman bibe beşek ji destûra Sûriyeyê û em ji bo vê jî kar dikin.”

(a)

ANHA