Sibe wezîrê derve yê Îtalyayê li Sûriyeyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê ji bo teşwîqkirina veguhastina siyasî li Sûriyeyê sibe serdana Sûriyeyê dike.

Sibe wezîrê derve yê Îtalyayê li Sûriyeyê ye
9 ÇILE, 2025   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Press, wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ji bo teşwîqkirina veguhastina siyasî li Sûriyeyê, sibe berê xwe dide Sûriyeyê. Tajani got piştî guhartina rewşa siyasî, divê Ewropa cezayên dijî Şamê rake.

Îro Tajani civîna li Romayê ya berpirsên wezareta karên derve yên 5 dewletan (Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka) bi rê ve bir û demeke berê bi hevpîşeyên xwe yên Tirkiye û Erebistana Siûdî re axivîbû.

Tajani di civîna li Romayê de got girîng e mafên tevahî Sûriyeyiyan werin naskirin. Tajani bi wê yekê îşaret bi metirsiyên xwe yên der barê mafên xiristiyanan û pêkhateyên din digel Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) kir.

(fr)