Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk sala nû pîroz kir

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya sala nû banga avakirina welatekî Sûriyeyî li ser bingeha nirxên demokrasî, edalet, azadî, pirrengî û nenavendiyê kir.

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk sala nû pîroz kir
31 kanûn, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sala nû ya 2025'an li tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hêviya avakirina Sûriyeyê li ser bingeha nirxên demokrasî, edalet, azadî, pirremgî û nenavendiyê ku tê de mafên tevahî gelê Sûriyeyê parastî bin, kir.

Di berdewama daxuyaniyê de konfedraliyê hêvî kir ku sala nû bibe sala pêşxistin, tevahî penaber û koçber bi ewle vegerin warên xwe û herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de rizgar bibin. Her wiha bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke dûrî destwerdanên derve û tundiyê û Sûriyeyek tê de biratiya gelan misoger bibe, bi hev re bixebitin.

Di dawiya daxuyaniyê de konfedraliyê soza domandina têkoşînê û xebatê ji bo pêkanîna armanc û hêviyên gel ên azadî û rûmetê dubare kir.

(mh/fr)

ANHA