ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2024
8 kanûn, 2024   02:00

Rêvebera Meclisa Jinan Medya Midewer diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û DAIŞˈê zindî bike. Medyayê hişyarî got heke civata navneteweyî li ber planên dewleta Tirk negire dê bobelateke mezin çêbe.

Jineke bi darê zorê ji cih û warên xwe hatiye koçberkirin, sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî koçberan vegotin. Jina koçber diyar kir ku çeteyan li ber çavên wan 2 kes serjê kirine.

Meclis û komînên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û partiyên siyasî li hember şerê taybet komîte ava kirin.

Rêvebera Akademiyên Kongreya Star Bêrîvan Yûnis sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet dîlgirtina jinên ciwan ên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi tundî şermezar kir. Her wiha bang li saziyên mafên mirovan kir ku ji bo parastina mafên wan dîlgirtiyên jin û azadiya wan bi lezgînî tev bigerin.

Ciwan û şêniyên ji bajarên Şedadê û Holê hevgirtina xwe bi QSD û Rêveberiya Xweser re anî ziman û diyar kir ku dê herêma xwe ji planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk biparêzin.

Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê 3 şehîdên ji Hêzên Komandos, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Xweparastinê li goristana şehîdn Şedadê oxir dike. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li meşeke navendî li Qamişloyê li dar dixin. Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Xabûr a Çandê ya Hesekê der barê pêşdeçûnên dawîn li Sûriyeyê û pêşwazîkirina koçberên bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehbayê bi der ketine, daxuyaniyekê dide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û koçberkirina xelkê kantona Efrîn û Şehbayê li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telai ya Hesekê xwepêşandanekê li dar dixe. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN