Di hefteya borî de rojevên girîng ên girêdayî Sûriyeyê

Di hefteya borî de pêşdeçûnên lez li Sûriyeyê çêbûn, her wiha Erdogan hewl dide rewşa leşkerî ya li Sûriyeyê li gorî xwe bi kar bîne. Di hin raporan de jî hişyarî li ser vegera DAIŞˋê hat dayîn.

Di hefteya borî de rojevên girîng ên girêdayî Sûriyeyê
8 kanûn, 2024   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rojevên rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa pêşdeçûnên dawîn ên li Sûriyeyê, êrişên komên "Heyet Tehrîr El Şam" li dijî hêzên Şamê, bandor û sedemên wê hat kirin 

ˋHEMAHENGİYA EL COLANÎ Û ERDOGANˊ

Rojnameya El Ereb nivîsî ku serokê Tirkiyê rewşa leşkerî ya ku ne di xizmeta berjewendiyên Esed de ye, dîs nebûna piştgiriyeke bi bandor a Rûsiya û Îranê heta niha, bi kar tîne da  ku bîne bîra Esed ku ew fatûreya nepejirandiya bangên Enqerê yên ji bo normalîzekirinê dide.

Li gorî rojnameyê, dema pir dewletan hişyarî da ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra berê) paçeyek axa Sûriyeyê dester kir, Erdogan nîşan dide ku "Ti têkiliya wê bi tiştên ku li Sûriyê diqewimin re tine ye", û Tirkiyê dixwaze guhertina siyasî li Sûriyeyê çêbibe, her wiha ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dibêje ku "guhertinên" ku li Sûriyê rû didin, bi bêdengî pêk tên.

Rojnameyê dyar kir ku Erdogan her hewildanên El Colanî berdewam dike û ji derdora xwe re dibêje ku  şer tenê li dijî rejîma Esed e,  lew ra dê ti bandorê li herêmê neke.

ˈDIBE KU DAIŞ VEGEREˈ

Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser encamên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku ev yek dibe alîkar ku DAIŞ bi awayekî xurt vegere. Hate gotin, "nûnerên Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyeyê Geir Pedersen hişyarî da ku rewşa Sûriyê "metirsîdar û diguhere" û got herêmên berfireh li wî welatî di bin kontrola aliyên nedewletî de ne û ew rewş dibe sedema vegera DAIŞˈê."

ˈEV ÊRIŞ CIHÊRENGIYA NIJADÎ Û ETNÎKÎ YA SÛRIYEYÊ TÊK DIBINˈ

Rojnameya Indipendet Erebiye nivîsî ku ev êrişên çeteyên Tirk cihêrengiya nijadî û etnîkî li Sûriyeyê têkdibin û hate gotin, ev cihêrengî mozaîkeke bêhempa li Rojhilata Navîn e. Her wiha nivîsî ku ev dewlemendî ji ber kuştina bi hezaran kesan bi sedemên mezhebî û etnîkî, veguheriye rewşek neyînî.