ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-12-2023
8 kanûn, 2023   02:00

 Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û gefên wê yên dawîn îtîrafeke nû ya dewama hewldanên wê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got gelê herêmê bi hevgirtina xwe li hember van êrişan disekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Kargêriya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê sedema kêmbûna parên sotemeniyê ser hin beşan eşkere kir û got “Me niha giranî daye belavkirina mazota germkirinê wê pirsgirêk heta dawiya vê mehê çareser bibe” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li nexweşxaneya bajêr banka xwînê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Salvegera sedemîn a damezirandina Komara Tirk bi merasîmên hijmetkar hat pîrozkirin. Anitkabîr (gora Ataturk) hate ziyaretkirin, al hatin hildan û axaftinên hemasî kirin. Ji ber ku piraniya welatiyan ketine derdê debara xwe, nekarîn bi sedsaliya Komarê (Komara Tirk) kêfxweş bibin. Ji bilî hin aliyên ji Komarê ne razî ne, piraniya kesan xwe xweşbîn kir û nexwest rûyê reş ê Komarê bibînin. Ji ber ku muhasebeya sedsaliya wê nekirin, dê Komarê tevî nexweşiyên wê bidin jiyandin. (BI WÊNE).

Nîjerê biryara sûcdarkirina qaçaxcîtiya penaberan ku hikumeta welêt bi hevkariya YE`yê sala 2015`an îmze kiribû, betal kir. Gelo bandora vê biryarê li ser koçberiya nerewa ber bi Ewropayê ve çi ye? (BI WÊNE).

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê kongreya xwe ya 16′an li hola Beylesan a li navçeya Amûdê li dar dixe, saet di 11.00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cenazeyê endamê fermandarên QSD′ê û endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat (Şêrwan Hesen) li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê tê veşartin, saet di 13.00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xiristiyanên li navçeya Dêrazorê cejna Barbara li dêra Kildan pîroz dikn, saet di 15.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi sponseriya Komîna Şano ya Herêma Cizîrê şanoya Cuha û Qiral Zaferan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê pêşandan, saet di 16.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA