Ewropa bi fikar e: Betalkirina sûcdarkirina qaçaxcîtiya penaberan ji aliyê Nîjerê ve, tê çi wateyê?

Nîjerê biryara sûcdarkirina qaçaxcîtiya penaberan ku hikumeta welêt bi hevkariya YE`yê sala 2015`an îmze kiribû, betal kir. Gelo bandora vê biryarê li ser koçberiya nerewa ber bi Ewropayê ve çi ye?

Ewropa bi fikar e: Betalkirina sûcdarkirina qaçaxcîtiya penaberan ji aliyê Nîjerê ve, tê çi wateyê?
8 kanûn, 2023   05:40
QAHÎRA
MUHSÎN MISIRÎ

Meclisa leşkerî ya desthilatdar a Nîjerê, fişarên xwe li ser dewletên Ewropayê didomîne ku heta niha nas nekirine û banga vegera pergala berê dikin. 

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê hêzên Fransayê ji welêt qewitandin û hebûna dîplomatîk a Parîsê li welêt bi dawî kir. Dûre, ji bo ku destwerdanên dewletên Ewropayê di welêt de bi dawî bike, bi rêya koçberiya nerewa fişar li dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) kir. 

Li gorî gelek raporan, qanûna ku hatiye betalkirin, li kesên destê wan di hêsankirina koçberiya nerewa de heye, cezayên malî heta 7 hezar euro û ji 5 sal heta 10 sal cezayê girtîgehê tê birîn.

Li gor pêşbiniyên NY`yê li herêma Agadîr a Nîjerê heftane 4 hezar koçber derbas dibin ku belgeyên fermî yên rêwîtiyê li cem wan tune ne û ji dewletên rojavayê Afrîkayê ne.

Li gorî çavdêran, wê ev biryar, encamên mezin li ser asta herêmî û navneteweyî bi xwe re bîne, nemaze dosyaya koçberiyê ji dewletên Ewropayê re serêşiyeke mezin e.

SENARYOYA BIFIKAR

Cîgira serokê navenda lêkolînên Afrîkayê ya Iraqê Ferîde El Bendarî têkildarî mijarê got: “Nîjer, yek ji korîdorên herî girîng ên koçberiya ji dewletên başûrê çolistana Afrîkayê ber bi Ewropayê ve ye.”

Ferîde wiha domand: “Heke desthilata li Nîjerê, destê xwe ji vê dosyayê rake, wê pêlên mezin ên penaberan di mehên bê de bigihêijn dewletên YE`yê. Ev tê wê wateyê ku di asoyan de aloziyeke mezin a koçberiyê wê çêbibe.”

Ferîde diyar kir ku betalkirina qanûnê, dê têkiliyên di navbera Nîjerê û YE`yê de aloztir bike û gotina gerînendeyê nivîsgeha herêmî ya saziya Konrad Adenauer a herêma Beravê ya Almanyayê Ulf Lessing bi bîr xist ku “ji bo Ewropayê êdî nîşaneyên senaryoya bifikar xuya dibin.”  

Ferîde destnîşan kir ku di bingehê de ev qanûn bi sûcdarkirina koçberiyê li dijî azadiya giştî ya welatiyên Nîjerê bû û ji Nîjerê bêtir ji bo berjewendiya YE`yê bû.

ALOZIYA DI NAVBERA CEZAÎR Û TUNISÊ DE

Têkildarî bandora vê biryarê li ser dewletên mîna Tunis û Lîbyayê, Ferîde wiha anî ziman: “Di encamê de wê aloziyek di navbera Tunis û Cezaîrê de çêke. Her wiha dê bandor li Tunis û Lîbyayê jî bike, ji ber ku koçber wê biherikin her du dewletan nemaze ku hêzên Cezaîrê li ser sînorên xwe rê li pêşiya koçberan digire.”

Li gor Ferîdeyê ev biryar dê bihêle YE`yê hevkariya xwe bi dewletên têkildar re zêde bike mîna Mexirbê ji ber ku gelek koçber berê xwe didin Mexirbê ji bo ku derbasî Sebta û Melîliye bibin yan jî bi rêya deryayê derbasî başûrê Spanya û giravên Kenarî bibin.

CEZAYA EWROPAYÊ

Pispora têkiliyên navneteweyî ya ji Tunisê Leyla El Hemamî got: “Nîjer, piştî darbeya leşkerî ji bin baskê Fransayê derket û pergala xwe ya nû diyar kir. Ji bo derxistina Fransayê jî, gavên diyar avêtin û xwepêşandanên dijberî mêtingeriya Fransî li dar xistin.”

Leyla wiha pê de çû: “Ji bûyeran, diyar dibe ku fermandariya nû ya Nîjerê, hewl dide Fransa û Ewropayê ceza bike, ji ber helwestên wan ên li dijî guhertina siyasî li Tiyamî.”

Leyla diyar kir ku koçberiya ne rewa, di destê desthilata Tiyamî de kaxizeke girîng e û got: “Bi koçberiya giştî, dê hevsengiya Ewropayê xira bike û nijadperestiya wê aşkera bike.”

Leyla diyar kir ku Tunis pabendî YE`yê ye, wê xwe rûbirûyî koçberiya nerewa bibîne û mecbûr bimîne sînoên xwe ji koçberiyê biparêzin.

(şx)

ANHA