Di êrişa DAIŞ′ê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li bejahiya Reqayê di êrişa çeteyên DAIŞ′ê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di êrişa DAIŞ′ê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
7 kanûn, 2023   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çeteyên DAIŞ′ê êrişa nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li bejahiya Resafa ya gundewarê rojavayê Reqayê kir û di encamê de 2 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Li gorî SOHR,  ji destpêka 2023′yan ve di êrişên çeteyên DAIŞ′ê de 373 leşkerên hikumeta Şamê û 165 sivîl hatine kuştin.

(bb)

ANHA