ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-11-2025
7 mijdar, 2025   02:00

Siyasetmedaran têkildarî domandina gef û destwerdanên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyeyê hişyarî da. Siyasetmedaran destnîşan kir ku Enqere hewl dide bi bihaneyên cuda dagirkeriya xwe di xaka Sûriyeyê de berfireh bike û di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de Sûriyeyê kontrol bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê dozeke bi gelê Kurd ve girêdayî ye, lê doza her mirovek azad ku bi edalet û mafên gelan ên çarenûsê bawer e, girêdayî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Efrînê yên li Helebê girêdana xwe bi vegera ewle anî ziman û girîngî bi vekişîna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê da û got "Tiştê me dê ji me re vegere. Yên nizanin xak û dar çi ne, em xaka xwe ji wan re bernadin. Em ne bi tenê ne, hêzên me li kêleka me ne." BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kir ku girtina rêyan li hemberî tevgera şêniyan di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên din ên Sûriyeyê de, bandoreke neyînî li jiyana wan a rojane û pêşketina diyaloga nîştimanî ya Sûriyeyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Selah Îbrahîm hunermendekî şoreşger ê ji gundekî Dirbêsiyê ye. Ji 12 saliya xwe ve li tembûrê dixwe û eşqa xwe ya ji muzîkê re veguhastiye peyama berxwedanê û parastina nasnameyê. Di 30 salan de Îbrahîm gihaştiye wê encamê ku huner neynika civakê û dengê gelên azadîxwaz e. BI WÊNE Û DÎMEN