Steve Witkoff: Em ê îro tevlêbûna welatekî din li Peymanên Abrahamê ragihînin

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Steve Witkoff ragihand ku dê îro Koşka Spî tevlêbûna welatekî din li nava Peymanên Abrahamê ragihîne.

Steve Witkoff: Em ê îro tevlêbûna welatekî din li Peymanên Abrahamê ragihînin
6 mijdar, 2025   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Steve Witkoff

Li gorî nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump Steve Witkoff, dê Koşka Spî ragihîne ku welatekî din têkiliyên bi Îsraîlê li gorî Peymanên Abrahamê normalîze bike.

Witkoff di Foruma pîşesaziyê ya Amerîkayê ya li Miamiyê de got, "Ez ê îşev vegerim Washingtonê, ji ber ku em ê tevlêbûna dewleteke din li nava Peymanên Abrahamê ragihînin."

Girêdayî mijarê, çavkaniyên Amerîkayê ji tora "Axios" re aşkera kir ku texmîn e ku serokê Kazaxistanê Kassym-Jomart Tokayev îro di hevdîtina xwe de ya bi serokê Amerîkayê Donald Trump re ragihîne ku Kazakistan wê tev li Peymanên Abrahamê bibe.

Li gorî van peymanan, ku di dema yekem a serokatiya Trump de hatine îmzekirin, çend welatên Ereb di sala 2020’an de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normalîze kirin.

(ac/fr)

ANHA