Ji FEDA û DAKBˊê daxuyanî; tev li "Meşa Azadiyê" ya 8ˊê Mijdarê bibin

FEDA û DAKB bang li hemû Elewiyan kir ku beriya "Meşa Azadiyê" ya ku di 8’ê Mijdarê de li Kolnê tê lidarxistin, di 6ˊê Mijdarê de “çirayên xwe pêxin". Saziyan gotin ”Azadiya Ocalan mifteya pêvajoya aştiya demokratîk e."

Ji FEDA û DAKBˊê daxuyanî; tev li "Meşa Azadiyê" ya 8ˊê Mijdarê bibin
6 mijdar, 2025   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) beriya "Meşa Azadiyê" ya ku wê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Almanyayê were lidarxistin, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de çirayên li dergah, komîte û malên xwe pêxin.

FEDA û DAKB’ê gotin, "Ev çira nûra Heq a ku rêya Meşa Azadiyê ya 8ˊê Mijdarê ya Kolnê ronî dike. Bila her çiraya were pêxistin bibe ronahiya azadî, aştî û hezkirina gelan."

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hemû komkujiyên Elewiyan û wiha domand: ”Me komkujiyên li Dersim, Koçgirî, Meraş û Sêwasê ji bîr nekirine û em ê nehêlin ku werin jibîrkirin; ji ber ku heqîqet bêhempa ye û edalet nayê bêdengkirin."

Daxuyanî wiha berdewam kir: "Îro deriyê pêvajoya aştiya demokratîk ku mirov tê de bi azadî û wekhevî bijîn, hatiye vekirin. Mifteya girîng a vê pêvajoyê azadiya Birêz Abdullah Ocalan e."

FEDA û DAKB’ê bang li hemû saziyên Elewiyan, pîran, dayikan, ciwanan û giyanan kirin ku beşdarî meşa ku di 8’ê Mijdarê de were lidarxistin bibin û gotin, "Werin em di 6’ê Mijdarê de çirayên xwe pêxin; werin em di 8’ê Mijdarê de li qada Kolnê rû bi rû, dest bi dest û dil bi dil bên ba hev.”