Bloomberg: DYA û Îran ji bo dawîkirina şer nêzîkî lihevkirineke muhtemel dibin

Bloomberg ragihand ku DYA û Îran ji bo bidawîanîna şer nêzîkî lihevkirineke muhtemel dibin.

Bloomberg: DYA û Îran ji bo dawîkirina şer nêzîkî lihevkirineke muhtemel dibin
6 mijdar, 2026   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Bloomberg a Amerîkayê ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îran ji bo bidawîkirina şer nêzîkî lihevkirineke muhtemel dibin. Ji ber ku Tehran amadebûna xwe nîşan daye ku mijarên têkildarî bernameya xwe ya nukleerî nîqaş bike.

Bloombergê ku agahiyên xwe dispêre dîplomatekî agahdarê danûstandinan diyar kir ku Îran pêşniyarên der barê çalakiyên xwe yên nukleerî de, ku ji hêla Qeterê ve hatine pêşkêş kirin dinirxîne.

Dîplomat got ku her tawîzek ji Îranê der barê dosyaya wê ya nukleerî de dikare bibe sedema pêşketinek girîng di danûstandinan de.

Wekî beşek ji van hewldanên dîplomatîk, Serokê DYA’yê Donald Trump vê dawiyê bi Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed El Sanî re bi telefonê li ser destpêşxeriyên ji bo kêmkirina rageşiyê û bidawîanîna şer nîqaş kirin.

Nivîsgeha Mîrê Qeterê destnîşan kir ku her du aliyan li ser hewldanên Dohayê ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên şer de û ji bo gihîştina peymanek berfireh ji bo bidawîanîna şer nîqaş kirin.

(f)