MSD’ê sersaxî da malbata parêzer Mihyedîn Lala

MSD’ê diyar kir ku bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata parêzer û têkoşerê hiqûqnas Mihyedîn Lala bihîstiye û got parêzer di oxira jiyanêkî demokratîk, pirrengî û nenavendî dixebitî.

MSD’ê sersaxî da malbata parêzer Mihyedîn Lala
6 mijdar, 2026   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo wefata parêzer û têkoşer Mihyedîn Lala daxuyaniyek parve kir.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê bi xemgîniyekê agahiya wefata parêzer û têkoşerê hiqûqnas Mihyedîn Lala yê ku endamê Sekreteriya Giştî ya Tevgera Demokrasî ya Sûriyeyê bû wergirt.

MSD’ê destnîşan kir ku Lala ji parêzvanên mafên Sûriyeyiyan û azadiyên wan bû. Wî di qonaxên destpêkê yên şoreşa Sûriyeyê de li Lazqiyeyê piştgirî da tevgera gel û li kêleka kesên ku hatibûn girtin an jî rastî zilmê hatibûn rawestiya.

MSD’ê da zanîn ku beşdariyên wî tenê bi warê parastina mafên mirovan ve sînorkirî neman, ew di karûbarên neteweyî û siyasî de jî bi awayekî çalak ma û bawer bû ku rizgariya Sûriyeyê tenê bi avakirina projeyeke demokratîk a berfireh pêkan e. Bi vê baweriyê, wî xwe ji bo serkeftina tevgera demokratîk a Sûriyeyê terxan kir. Ew beşdarî konferansa damezrîner a vê tevgerê li Brukselê bû û wekî endamê Sekreteriya wê ya Giştî xebitî.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku Lala ji bo paşeroja Sûriyeyê hêviyên mezin hildigirtin û amade bû ku hewldan û pisporiya xwe ji bo projeyeke neteweyî ku dewleta demokratîk a pirrengî û nenavendî damezrîne terxan bike.

MSD’ê di dawiyê de sersaxî da hevrê, hezkirî û malbatê wî.

(f)