ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2025
6 mijdar, 2025   02:00

Komek jinên ku ji bajarê Efrînê bi darê zorê koçber bûne banga derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji mal û herêmê bi giştî kir û got, "Heya dagirkerî berdewam e vegera ewle nîn e." BI WÊNE Û DÎMEN

Sadiq Badyan ku piştî 30 salên di zindanên dewleta Tirk de hat berdan, pabendiya xwe ya bi xeta Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û şoreşa Rojava ya ku projeya neteweya demokratîk daye rûniştandin, silav kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerekî têkiliyên navneteweyî diyar kir ku Sûdan gihîştiye qonaxek xeternak ku yekitiya wê rûbirûyî gefên parçebûnê ye û destnîşan kir ku çareya yekane ya vê krîzê agirbesta rastîn a bi çavdêriya navneteweyî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab a li peravên Sûriyeyê û tunebûna saziyên fermî yên geştyariyê, geştyariya li peravê bi paş ketiye. Ev bûye sedema paşketina rewşa jiyanî ya şêniyên li peravê, nexasim ku beşek ji wan debara xwe bi geştyariyê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedar Semîr Neşar diyar kir ku tişta heta niha hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kiriye, ne li gorî rastiya rewşa Sûriyeyê ye, her wiha da zanîn ku modela federal ji bo Sûriyeyê ya herî guncaw e. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber siyasetên paşguhkirinê û dûrxistina jinan ji jiyana siyasî û beşdariya di diyarkirina çarenûsa Sûriyeyê de, zehmetiyên li pêşiya jinên Sûriyeyê zêdetir û girantir bûne. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê li hola Zana ya Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar dixe, 09.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê konê sersaxiyê yê navendî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê ji bo şehîd Cemşîd Elî Esker, Hêlîn Kobanê û Aze Rojgirav vedide, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn li bajarokê Selhebiyê yê gundewarê rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê jî Konferansa Komînan a 1ˊemîn li bajarê Dêr Hafirê li dar dixin, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYDˊê li hola xwe ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina têkoşîna dijî tundiya li ser jinan civînekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Cotkaran û Sewalvaniyê ya kantona Dêrazorê bi cotkarên gundewarê rojhilatê Dêrazorê re li bajarê Hecînê dicive, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina PYDˊê ya bajarê Til Koçerê ji bo nîşqaşkirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li navenda HPCˊê bi şêniyan re dicive, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN