‘Sûdan rûbirûyî gefa parçebûnê ye, xelasiya wê agirbest eˊ

Lêkolînerekî têkiliyên navneteweyî diyar kir ku Sûdan gihîştiye qonaxek xeternak ku yekitiya wê rûbirûyî gefên parçebûnê ye û destnîşan kir ku çareya yekane ya vê krîzê agirbesta rastîn a bi çavdêriya navneteweyî ye.

‘Sûdan rûbirûyî gefa parçebûnê ye, xelasiya wê agirbest eˊ
6 mijdar, 2025   03:50
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Ev zêdeyî 2 salan e ku li Sûdanê şerekî wêranker di navbera artêşê ya bi serkêşiya lîwa Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo (Himêdîtî) de rû dide. Di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin, bi milyonan kes koçber û penaber bûn, saziyên dewletê hilweşiyan. Di gel vê şerê dijwar de, hişyariyên têkildarî xeteriya parçebûna welat hatin dayîn.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn diyar kir ku rewşa aloz a li Sûdanê gihîştiye qonaxek pir xeternak, serwerî û yekitîya axa Sûdanê di xetereyê de ye. Nebîl hişyarî da ku heke çareseriyek bilez neyê dîtin, gengaz e ku welat parçe bibe.

Necmedîn ragihand ku sedemên aloziyê pir in; ya yekem ew e ku her du aliyên şerker heta sala 2021’an yek bilok bûn. Necmedîn destnîşan kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi biryareke Meclîsa Gelê Sûdanê di sala 2017’an de bi fermana serokê berê Omar El Beşîr hatin damezrandin. Vê yekê rewatiya tevahî da wî û fermandarê wê Himêdîtî.

Necmedîn anî ziman ku Himêdîtî rasterast bi serok ve girêdayî bû, wezîrê parastinê, wezîrê navxweyî û hemû dezgehên ewlehiyê derbas dikirin. Ji ber ku El Beşîr ew rasterast berpirsiyarê ewlehiya rejîma xwe didît. Piştî hilweşîna El Beşîr di sala 2019’an de, Deqlo hebûna xwe ya leşkerî li paytext û bajarên din xurt kir, berî ku Ebdulfetah El Burhan wî wekî cîgirê xwe di Meclisa Serweriya Demkî de erkdar bike.

Necmedîn anî ziman ku "Sedema duyemîn a krîzê jî jidestdayîna bawariya kûr di nava her du aliyan de û got: "Dema ku du alî beşek ji heman pergalê bin û baweriya xwe bi serokên wê bên jidestdayîn, encama herî muhtemel şerê çekdarî ye". Li gorî Necmedîn sedema 3’emîn jî, paşguhkirina hêzên herêmî û navneteweyî ya destwerdanê bû û hiştin her du şer bikin heta bigihînin vê qonaxa girêk. Sedema çaremîn jî serhişkî ye, her du alî xwe rast dibînin. Wê jî hişt wêranî, qetilkirin û koçberî çêbibin."

Necmedîn li ser siberoja şer got: "Tenê du senaryo hene. Ya yekê; yan yek yê din bi tevahî ji holê rake û ajandeyên xwe ferz bike, yan jî her du alî li ser maseya danûstandinê rûnin. Lê piştî zêdetirî 2 sal û nîvan ji şer û wêraniyê êdî diyar e ku her du alî nikarin hev tune bikin."

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmdîn di dawiyê de diyar kir ku hebûna pirçareseriyê nîn e, lê tenê yek çareserî heye, ew jî pabendbûna bi peymaneke agirbestê ya rastîn û realîst di bin çavdêriya hêzên herêmî yan jî navneteweyî de ye. Piştre danûstandinên berfireh di navbera hemû aliyên Sûdanî de ji bo ji nû ve avakirina Sûdaneke nû ku bigihîje asta dewletekê, were pêkanîn. Lê di halê hazir de ev yek tune ye.

(ac/fr)

ANHA