Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê rêbend danîn

Hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Ruweycine yê gundewarê Quneytîrayê yê başûrê Sûriyeyê bû û rêbendên kontrolê danîn.

Artêşa Îsraîlê li Quneytîrayê rêbend danîn
5 mijdar, 2025   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên Îsraîlê derbasî bajarokê Ruweycine yê gundewarê başûrê Quneytîrayê bû û ji bo kontrolkirina şêniyan rêbendek danî.

Ev derbasbûn, di çarçoveya tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên zêde di van çend rojên dawîn de li Sûriyeyê bi taybet li gundewarên Quneytîra û Derayê de, pêk tê.

Hêzên Îsraîlê derbasî herêma Cubata El Xeşeb, gundên El Ecref, Meiriye û Seyda El Colan bûbûn û li wir rêbendên kontrolê yên demkî ji bo kontrolkirina erebeyan û nasnameyên sivîlan danîbûn.

(ac/fr)

ANHA